wilatiyek Kurd piştî 20 roj ji binçav kirinê çarenivîsa wî nexuyaye

13:37 - 28 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Bokanê piştî 20 roj li girtina wî,çarenivîsa wî nexuyaye.

Li gori nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,20roj berî niha wilatiyek Kurd bi nave “Mihemed Nesîmpûr”temen 21’salî û kurê Fetah û xelkê gundê “Eliyawa”a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îttlatî ên rejîma Îranê li bajarê Sine hat girtin û jibo cihekî ne diyar hat vegohastin.

li gor rapora Ajansa Kurdpa û çavkaniyek haydar,li çaxê destbiser kirina ew wilatiyê kurd heya niha, serbarî lêpirsîna malbata wî,heya niha çi agehdariyek li ser cihê ragirtina wî û sûçê navhatî li berdest de niye.

li gori amara tomar kirî li Nawenda Amara Kurdpaê,li destpêka zistana îsal heya niha 46 wilatiyên Kurd li herêmên cûr bi cûr ên Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî ên dewleta Îranê hatine girtin.

ew amara bi pişt girêdan bi amara Ajansa Kurdpa tê bilav kirin û dive ku amar ji vê hindê pitir be.