Wilatiyek Kurd li bajarê Pawe hat binçav kirin

15:11 - 22 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: wilatiyekî din ê xelkê bajarê Pawe ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî a Îranê hat girtin û jibo zîndanê hat şandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Aajansa Kurdpa,roja Yekşem, berwar 1’ê Rêbendanê wilatiyek Kurd bi navê “Hêmin Ejend” kurê “Hecî Mihemed Tahir” piştî binçav kirinê jibo girtîgeha “Dîzil Abad”a Kirmaşanê hat şandin. Heya dema gihîştina vê nûçeyê ji sedema girtina navhatî çi zanîyariyek li berdest de niye.

Hêmin Ejend xelkê bajarokê “Newsûd” a ser bi bajarê Pawe a parêzgeha Kirmaşanê ye û di heyamê salên berê de yek ji çelengên Xwendekarî ên zanîngeha Bihêştî a Tehranê bûye.