Wilatiyek Kurd li bajarê Ciwanroyê hat şewitandin

13:24 - 23 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: êwariya roja Şemî 30’ê Befranbar,wilatiyek Kurd li yek ji taxên bajarê Ciwanroyê bi tirombêla xwe hat şewitandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, wilatiyek Kurd ê bi navê “Yasir Husêynî” û kurê Tofîq, ji aliyê 2 mator siwaran bi henceta bilin bûna dengê sitran û mozîka tirombêla vî,li ber deriyê mala xwe li bajarê Ciwanroyê benzîn bi ser wî û tirombêla wî kirin û agiri berdanê.

Şahidekê boyerê bi Ajansa Kurdpa ragehand: “Yasir Husêynî” ji aliyê 2 kesên Selefî hatiye şewitandin ku piştî gihîştina wilatiyan bi cihê bûyerê rwîyane û seba birînên qurs navhatî şandin yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê ku rewşa saxlemiya navhati gelek xirabe.
Çavkaniyê got ku tirombêla navbirî bi tewavî şewitiye.

Ji aliyek din çend rojan beriya niha 2 kesên Selefî bi navên “Mehdî Esxer Zade” û “Nasih Mirowetî”li bajarê Ciwanroyê dest bi azar û eziyeta xelkê û kesên cûda hizir kiribûn û serdana Xwendingeheka kiçane kiribûn û li wir li ser mijara Selefî geriyê qise kiribûn.