Wilatiyek Kurd gazî dozgeriyê hat kirin

13:39 - 28 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên Întizamî ên Komara Îslamî a Îranê wilatiyek Kurd ê herêma Hewramanê gazî dozgeriyê kirin.

Li gori nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpaê, roja Pêncşemî berwar 5’ê Rêbendan, wilatiyek Kurd ê bi nave “Mihemed Kerîm” kurê “Ehmed” û xelkê navçeya “Serupîrî”a ser bi bajarê Sewlawa, ji aliyê hêzên întizamî ên cehgir li pasgeha gundê”Hewraman a Text”jibo dadgehê hat gazî kirin.
Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpaê ragehand:ev wilatiye hin alav jibo firotinê bo dûkana xwe kirîbûn û li çaxê vegeryan bo mala xwe ji aliyê hêzên întizamî ên pasgehê hat girtin û hemû alavên wî hatin zewt kirin.

çavkaniya han daxuya kirin, hêzên rejîmê piştî zewt kirina alavên vî,ew wilatiye agehdar kirine ku dive roja paştir li hember dadgeha bajarê Sewlawa amade be.

çavkaniyê îşare bi vê yekê da,gazî kirin û zewt kirina wilatiyê han li demekê deye ku tu alvak qaçax cem wî nebûye.