Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Banê bi teqeya Hêzên Întizamî hat kuştin

13:29 - 23 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê herêma Banê seva teqeya hêzên Întizamî ên Dewleta Îranê bi xurtî birîndar bû û seva xurtbûna birînan canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurpaê,sibêdeya roja Înê 22’ê Şbatê wilatiyek Kurd ê bi nave “Seîd Selmanî” kurê Mistefa, ku 15 rojan beriya niha ji aliyê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hatibû birîndar kirin, seva karigerbûna birînan cane xwe ji dest da.

çavkaniyek haydar ji boyerê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand: Seîd xelkê gundê “Gewredar”a ser bi herêma Banê bû û ji aliyê hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê bi egera ragirtina kelûpelên qaçax di mala xwe de hatibû gulebaran kirin û bi xurtî hatibû birîndar kirin.

li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka Îsal heya niha 62 wilatiyên Kurd ên sivîl tenê seva egera hilgirtina kelûpelên qaçax ji aliyê hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê kevtine ber destrêjê ku li encamp de 38 kes hatin kuştin û 21 kes jî bi xurtî hatine birîndar kirin.

amar han bi pişt girêdan bi amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa tê bilav kirin,ku dibe ku amara rastîn gel pitir be.