wezîrê perwerdehîyê got: “Zimanê zazakî zimanêkî cihê ye !

16:02 - 15 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Wezîrê perwerdehîya neteweyî aTirkîyê Omer Dinçer, got: “Ez ji alîyê pisporan ve şaş hatim agahdar kirin.” 
Wezîrê perwerdehîya neteweyî Omer Dinçer li Zanîngaha Bingolê di konferansekê de axaftinek kir. Di axaftina xwe de got: “Sala bê di pirtûkan de zazakî ne weke lehçeyekî Kurdî, weke zimanekî din wê were qebûlkirin.”
Dinçer got: “Me Zazakî di pirtûkan de wekî lehçeyeke Kurdî da. Pisporan min xelet agahdar kirin. Sala bê Zimanê Zazakî weke zimanekî din wê were qebûlkirin.”

Bi minasebeta 12’ê Berfenbarê roja xelkê Bingol’ê a dinyayê , Dinçer û Wezîrê Pêşveçunê Cevdet Yılmaz bi hev re li Bingolê tevlê konferansekê bûn. Dinçer di konferansê de ji xwendekarên lîsansa bilind re got: “Zazakî anha sehayê mamostetîyê nîn e.”