Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê girev girtin

15:43 - 12 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê bi sebeba paremana heqdestê xwe dest avêtine bi girevê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê, ev sê rojin ku, bo nîşandana nerazîbûna xwe derheq rewşa xirab ya jiyana xwe û herwisa paremana heqdestê xwe girev girtine.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajana Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Tevî girevgirtina sê rojî ya wezîfedarên şaredariyê , heya niha tu berpirseke hikûmetî, tu hewlek derheq çareserkirin yan cîbicîkirina daxwakariyên wezîfedarên şaredariya wî bajarî nedane.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê, bi berdewamkirina girevê, daxwaza cîbicîkirina xastên xwe kirine.

Her di vê derheqê de, şaredariya bajarê Şinoyê, heya niha heqdestê 4 mehên dawiya sala 1397`an yê wezîfedarên amadekariyê yên şaredariyê nedane.