Wezareta Pêşmergeyê: ‘Divê em xwe amade bikin’

12:33 - 10 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Duhî hêzekî Pêşmergeyê ber bi Kerkûkê ket liv û tevgerê û Wezareta Pêşmergê jî dibêje; “Ew hêz ji bo piştgiriya hêzên Pêşmergeyê yên hatine bicîhkirin çûye.”

Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman derbarê liv û tevgera Pêşmergeyan de ji Malpera Rûdawê re gotiye: “Ew hêz, ên ji ber lîwayên berê yên derdora Kerkûkê hatine bi cihkirin pêk tê û ji bo temamkirina wan hêzan hatine. Ew hêz dê di cihên pêwîst de bên bi cih kirin.”

Enwerî Hacî Osman got: “Hêzên pêşmergeyan bi heskirinekî pir bilind ve di rêza yekemîn de amadene. Serdan û pêşwaziya xelkê Kerkûk û navçeyên veqetayî bi awayekî giştî westiyana hêza pêşmergeyan kêm kirine.”

Osman got: “Em li bendêne arîşe bi rêya gotûbêjan bê çareserkirin. Lê ger arîşe nehatin çareserkirin, wê demê du hêzên neyar û leşkerî li hemberî hev bin û pêwîst e em xwe amade bikin.”

Biryara pêkanîna Fermandeya Operasyonên Dîcleyê li navçeyên veqetayî, têkiliyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê aloz kir.