Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de binpêkirina mafê mirov di Îranê de rexne kir

21:18 - 14 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de, derheq bi Îranê, mijarên weke nebûna azadiyên civakî, nebûna derfeta hilbijartinên azad û dadperwer, û herweha zêdebûna berçav ya rêjeya îdamê, bitaybetî îdama zarokan bi tawanên ku di civaka cîhanî de, bi tawanên “Ne mezin” tên hesibandin, Komara Îslamî û binpêkirina mafê mirovan di wî welatî de, bi tûndî rexne kir.

Rapor tekezê dike ku di Îranê de, serbarê vê ku bi awayekî berçav mafê mirov tê binpêkirin, riftarên dûr ji mirovahiyê (Hovane) û birrîna endamên leşê mirovan, û tundutîjiyên herî zêde ku bi meremên siyasî tên encamdan, û herweha rewşa herî xirab ya girtîgehên Îranê, roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçin.

Rapor di vê derheqê de dibêje ku, gellek kes bê biryara dadgehê di Îranê de tên binçav kirin, û bi giştî pêvajûya dadweriyê di Îranê de ne adîlane ye, û gellek caran nebûna îdaletê, dibe sedema sepandina cezaya îdamê bi ser xelkê de.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê herweha dibêje ku, girtiyên siyasî di hebsê de ne, rojnamevan dibin armanac tundutîjiyan, û bi giştî siya sansorê hemû ragehandinên Îranê fetisandine.

Rapor di beşek din de bas ji gendeliya malî di nava dam û dezgehên dewletî de dike û dibêje ku, rêgirtin ji bidûreçûn û lêkolîna binyat û rêkxistinên, taybet bi gendeliyan di Îranê di jî, diçe xaneya binpêkirina mafê mirovan.

Rapor herweha bas ji ferq û cudahiyên civakî, û ferq û cudahiyên li dijî jin û kêmaniyên netewî û olî, û herweha tûjkirinên li dijî “Cihû”yan, û bazirganiya bi mirovan, û yasayên li dijî kedkaran di Îranê de dike, û di vê derheqê de Komara Îslamî rexne dike.

Wezareta karê derve yê Amerkîkayê, di rapora xwe ya sala 2015’an de, zêde liser mijara zêdebûna rêjeya Îdaman di Îranê de disekine.

Rapora sala 2015’an zêdebûna rêjeya Îdamên di Îranê de bi tundî rexne dike û dibêje ku, rêjeya îdamkirina nûciwanan jî zêde bûye, bi awayekî ku di sala 2015’an de, 4 nûciwan hatine îdamkirin ku temenê wan di bin temenê yasayî yê “Tawankirin”ê de bûne.