Wezareta Derve ya Holanda geştkirina welatiyên xwe bo Belûçistan û Kurdistanê qedexekir

20:23 - 23 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Wezareta Derve ya Holandayê di daxûyaniyekê de, hatuçûya hevwelatiyên wî welatî, bo parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê qedexe kir.

Wezareta Derve ya Holanda, di daxûyaniyekê de daxwaz li hevwelatiyên xwe kiriye ku, xwe li hatuçûkirin li sînorên parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kurdsitanê biparêzin.

Wezareta Derve ya Holandayê, sedema qedexekirina çûna hevwelatiyên xwe bo sînorên wan Du herêman, bo “aloziyên siyasî û leşkerî yên dinavbera Îran û Amerîkayê” daye zanîn.

Di vê pêwendiyê de, Wezareta Derve ya Danmarkê jî, bi weşandina agehdariyekê, daxwaz li hevwelatiyên wî welatî kiriye ku, li dema çûn bo Îranê, li çûn bo Kurdistan, Xûzistan û Belûçistanê, xwe dûr bigr in.

Herwisa, di wê agehdariya Wezareta Derve ya Danmarkê de, îşare bi rewşa avarte û ew gefên ku bi sedema şer û pevçûnên çekdarî li navbera hêzên leşkerî yên hikûmet û hêzên girêdayî bi Partiyên neteweyên Îranê re têne gorê, kiriye.