Werzîşvanên Kurd Şeş Mîdalên Zêr Bidest Xistin

18:42 - 14 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Malpera Kurdpressê belav kir ku werzîşvanên kurd ên Tîma netewî ya “Kong Fo” a Îranê 5 mîdalên zêr bo Parêzgehên Îlam û Kurdistanê bidest xistin.

Kêbirkêya “Kong Fo” a mezin temenan li ser asta qaremaniya navnetewî li rojên 09 heta 12. 11. 2011-an li bajarê Şîrazê bi beşdariya 43 welatan li seranserê Cîhanê, rêve çû û tîma netewî ya Îranê bi bidestxistina 8 mîdalên zêr pileya yekem a vê rikeberiyê bidest xistin.
Emîr Reza Feyzî, Efşîn Şêx Ehmdî û Husên Keremî, sê kongfokarên parêzgeha Kurdistanê û Qasim Şakerem û Mihemed Sadiq Şebanî li parêzgeha Îlamê karîn 5 mîdalên zêr bidest bixin.

Van werzîşvanên Kurd ên tîma netewî ya Îranê di kêşa 72-85 kîlo de û kêşa azad li gel rikeberên xwe karîn serkevtinê bidest bixin.

Pêka nûçeyek din ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, werzîşkarek din ê Kurd bi nave Bihzad Burcî jî ku xelkê Kirmaşanê ye, kariye mîdala zêr bidest bixwe.