Wergerandina 5 romanên Tolostvî bi ser zimanê Kurdî

14:21 - 25 Çirriya paşîn 2014
Aajansa Kurdpa: Emîn Gerdîglanî, helbestvan û wergênerê Kurd ê Bokan a Rojhelatê Kurdistanê, 5 romanên din ên pêştir wergêran bûyî bi zimanê Farisî, kir bi Kurdî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di çend rojên borî de, 5 berhemên Emîn Gerdîglanî, ji aliyê mala Mokriyan(Xanê Mokriyan) di Herêma Kurdistanê de, hatin çap û bilav kirin.

Restaxîz(qîyamet), Şeytan, Hacî Murad, Qezaq û Sûnat Kiroy têrz, ji 5 romanên Lio Tolostvî (nivîskarê Rûsî) ne ku wergênerê Kurd ê nav borî ji Farisî wergêran kirin e.

Her wisa berhevokek ji helbestên wî şaîrê kurd bi navê “Şineyî Pişkûtin” (bayê hûnik ê wekirî) bo cara duyemîn ji aliyê weşanxaneyek Teharan (Kule Piştî) ve hat çap kirin. Ew roman cara yekem li Tehrana Paytexê Îranê(sala 2012’an) hat weşandin û niha di piraniya pirok firoşên bajarên Kurdistanê de, bi dest di keve.

Emîn Girdîglanî,( helbestvan û wergêner ê Kurd) li sala 1968’an di gundê Gerdîglan ê ser bi bajarê Bokana ji dayîk bû ye. Heya niha 31 berhemên wek helbest, çîrok û edebiyata zarokan wergerandine ser zimanê Kurdî.

\"23293.jpg\"

\"23294.jpg\"

\"23292.jpg\"

\"23291.jpg\"

\"23290.jpg\"