Urmiye; Binçavkirin û nebûna agahî li ser çarenivîsa Ferzad Gelêban berdewam dike
Tevî derbasbûna 20 rojan ji binçavkirina welatiyekî Kurd bi navê "Ferzad naskirî (Necimedîn) Gelêban", xelkê gundê "Kerîmava" ya ser bi navçeya Tirgwer a Urmiyê û rûniştiyê gundê "Welindeya jorê" a ser bi bajarê Urmiyê, hîna tu agahîyên rast li ser çarenivîsa wî tune ne.
Li gorî çavkaniyek agahdar, hewldanên malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî heta niha bê encam mane.
Roja Pêncşemî, 12 Xezelwera 1404an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev welatî bêyî belgeya dadwerî binçavkirine û dûv re serdegirtin li mala wî kirin, hin tiştên wî yên şexsî desteser kirin û birin.
Geliban ji bo lêpirsînê hate veguheztin bonavenda binçavkirinê ya Îdareya Îtlaatê ya Urmiyê û heta niha mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û hevdîtinê bi malbata xwe re hatiye redkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Ferzad Geliban hatine kirin de ti agahî tune ye.