Bokan; Binçavkirina Silêman Êsmaîlî, dest li ser telefon û pirtûkên destan û êrîşa baregeha Xanebaxê

14:20 - 5 Kanûna pêşîn 2025

Sibeha roja Înê 14’ê Sermaweza 1404’an a Rojî, Silêman naskirî bi (Mihemed) Êsmaîlî welatiyê Kurd xelkê “Emîravaya”a ser bi bajarê Bokanê, bi serdegirtina hêzên ewlehiyê bo ser mala wî, bê belgeya dadwerî hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
 
 Heta niha li derheq çarenivîsa wî de ti agahî nehatine bidestxistin.
 
 Çavkaniyek agehdar a Kurdpayê li ser hûrgiliyên vê binçavkirina bêserûber û tund ragihand ku piştî demjimêr 12:00ê sibê nêzîkî 30 kes ji hêzên ewlehiyê, Pasdaran û hêzên hikûmeta xwecihî yên bi navê (Caş) bi ser mala Silêman Êsmaîlî de girtin. Di dema lêgerîneke tam û rûxandina beşek ji malê de, van hêzan dest danîn ser kelûpelên wî û endamên malbata wî û hemû mobaylên malbatê û çend cild ji pirtûkên Êsmaîlî, bêyî ku ti belgeyeke yasayî pêşkêş bikin. Piştre bêyî biryara dadgehê hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin. 
 
Vê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku hêzên ewlehiyê piştre êrişî bexçeyê mala Silêman Êsmaîlî li nêzîk zanîngeha zanistî û feylî ya Emîrava ya Bokanê kirin û bi avêtina  gulleyan hemû derî û pencereyên vê baxçeyê malê wêran kirin û teqe li dîwarên wê kirin. Silêman Îsmaîlî ku bi navê “Mihemed” tê naskirin, temenê wî nêzîkî 60 salî ye, kurê Ebdulqadir e û zewicî ye.
 
 Heta dema belav bûna vê nûçeyê, heta niha sedemên binçavkiriye û hêzên ewlehiyê jî ti agehdariyek nedane.