Wêneyên beriya mirina Ferînaz Xosrewanî tên belavkirin

20:02 - 10 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Li Mahabadê wêneyên beriya mirina Keça ciwan ya ji tirsa tecawiza karmendê îstixbarata Îranê (Îtilaatê) û xwediyê hotela Tara , xwe ji avahî avêtî xwar, bi belavkirina 1500 CD ji aliyê xwediyê otelê di nava gel de, raya giştî didin xapandin.

Yek ji endamên malbata midûrê wê otelê bi îlankirina wê nûçeyê bi ajansa Kurdpa, destnîşan kir ku kamerayên ku li otelê hatibûn damezrandin û herwiha hardên Kampûterê ji aliyê çalakvanên nerazî ve hatine dizîn.

Eva di demekê de ye ku çavkaniyên agah li Mehabadê pêştir ragihandibûn : Midûrê oetlaTara(Nadir Mewlûdî) piştî bûyerên li Mehabadê qewimînî (bi mebesta xelitandina raya giştî) hemû qeydên kamerayên pêşkevtî yên otelê jê biribûn.

Gelê Mehabadê beriya niha bi sê rojan, di bertekdan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xosrewanî ku xwe ji otelê avêtibû û dawî bi jiyanê anîbû, çalakiyên nerazî bûnê lidarxistibûn ku di dawiyê de ew çalakî bi serhildanê hatibûn veguhertin.

Di encama serhildanê de beşek ji Otela Tara hatibû şewiyandin, kesek hatibû kuştin, bi dehan kes birîndar bibûn û hejmerek zor jî hatibûn binçav kirin.