Wênegirtina sêlfî bû sedema xendiqîna geştiyarekî

16:01 - 7 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî temen 26 salî bi sedema wênegirtina sêlfî li tavgeha şelmaşê kete nava ava sûlavê de û xendiqî.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, mamostayekî xelkê Dêwilanê li dema wênegirtina sêlfî de, kete nava tavgeha şelmaşê li bajarê Serdeştê de, û xendiqî.

Nasnameya wî mamostayî Ferhad Mihemedî temen 26 salî û xelkê bajarê Bilbanava a bajarê Dêwilanê hatiye ragehandin.

Navbirî digel sl hevalên din ên xwe, bo geriyanê çûbûne wir. Termê wî roja borî hate dîtin.

Ew Sûlava balkêş ji sê tavgehên ciwan û bê mînak pêk hatiye û her sal gellek geştiyar serdan dikin, û gellek caran bûyerên bi vî rengî tê de rû didin, ku sedem jî ew e mercên parastina jiyana mirovan tê de nehatine bicihkirin.