Wênegirekî Kurd şeş sal sizaya girtîgehê bi ser de hate sepandin

20:35 - 30 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê, wênegirekî Kurdê xelkê bajarê Pîranşehrê, bi 6 sal û 3 mehan girtîgehê mehkûm kir.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, wênegirekî Kurd xelkê bajarê Pîranşehrê yê bi navê “Se`îd Ehmedî” kurê Mihemed piştî 8 mehan bêçarenivîsiyê, 6 sal û 3 meh hukmê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

“Se`îd Ehmedî” di dadgeha Înqilab a Urmiyê de, bi tohmeta alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îslamî a Îranê hatiye girtin.

\"\"
Se`îd Ehmedî
Di roja Înê 2`ê Reşemeha 1395`an de, hêzên Îtila`atê, êrîş kirin ser dukana wênegirê Kurd a bi navê “Nice” û ev binçav kiribûn.

Çavkaniyên nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştrast kirin ku malbata “Ehmedî” xwediyê derbazbûyiyeke siyasî ye û bavê wî jî di destpêka şoreşê de ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve hatiye bêserûşûnkirin, û birayê Se`îd jî, di sal borî de, ji zanîngeha Urmiyê hatibû derxistin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 2`ê Xezelwera 1396`an de, taya yekem a Dozgeriya leşkerî a Urmiyê, serbazê Kurd yê bi navê “Sidîq Eynî”, bi bê hebûna parêzvanê destnîşankirî, 10 sal cezaya girtîgehê û dûrxistina bo girtîgeha bajarê Erdebîlê mehkûm kirin.

Dozgeriya leşkerî a Urmiyê ev serbazê Kurd bi tometa sîxorîkirina ji bo yek ji partiyên Kurd yên Opozisyona hikûmeta Îslamî a Îranê, mehkûm kirin.

Ev hukmê giran yê dadgehê bi bê amadebûna wî serbazê Kurd di dadgehê de hatiye dan, û ev di roja Pêncşemî 4`ê Xezelwerê ji sepandina vî hukmê giran yê girtîgehê hatiye haydarkirin.