Welatiykî Kurd li bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin

17:15 - 26 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemiyê 30`ê Befranbarê, welatiyek Kurd yê bi navê “Selam Xelîfanî”, xelkê gundê “Kanî Budax” yê ser bi bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, hevdem digel binçavkirin “Kerîm û Hisamedîn Xizrî”, bi bê hebûna belgehên yasayî li gundê “Kanî Budax”, hatin binçavkirin.

Heta niha lipeyketina malbata Selam Xelîfanî, bo agehdar bûn ji çarenvîsa kurê xwe bêpar maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyiyariyek ji ber dest nîne.