Welatiyk Kurd li girtîgeha Reşt hate bi sêdaredanê

19:46 - 26 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana welatiyik Kurd ji xelkê herêma Ormî, paşî 5 sal ragirtin li girtîgeha sêntrala Reşta parêzgeha Gîlan, cîbicî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Şemî, 2ê Sermawez, welatiyik Kurd bi navê Mesûd Hesenpûr ji xelkê gundê “Girde bilêc”a ser bi dewera Tirgewera Ormî, li girtîgeha sêntrala şarê Reşt, hate sşdaredanê.

Tê gotin ku Mesûd Hesenpûr xwedî jin û mal bûye ku heya dema wşîna vê nûçê, hegera bi sêdaredana navbirî nahatiye zanîn.

Her wisa roja Pêncşem, 30ê Xezelwer, girtiyik dine Kurd ji xelkê gundê “Zêwe”a ser bi dewera Mirgerwera Ormiyê bi navê “ Ezîz Etayî” li girtîgeha sêntrala şarê Yezdê de hatiye sêdaredanê.

Gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîkên ajanansa nûçe gihaniya Kurdp, li despêka heyva Xezelwerê heya niha(34 rojên borî), 79 hevwelatî li girtîgehên Îranê de bi sêdarê hatine dan ku ji gelempera wan, 17 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.

Ev statîstîka hijmartiye û bi pişt ras bûn bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên weşîn, bi balkêşandin ser rewşa bi sêdaredana veşartiya welatiyan li girtîgehên Îranê û nebûna ragihandinên azad bo weşandina nûçan, dibe hejmara serast ji vê hejmarê jî zêdetir be.