Welatiyik: sipaha pasdaran li dewera Serdeşt, 300 binkê berveh kirina narkoza Şîşe ava kirine

13:33 - 3 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: endamên sipaha pasdaranên hukûmeta islamiya Îranê bi rewşik eşkere û berpan li dewera Serdeştê narkozan çê dikin.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik agadar, hejmarik berçav ji andamên sipaha pasdaran li şarê Serdeşt û dewerên “ Rebet û Nelas”a ser bi vî şarî, li 300 binkan de, narkoza Şîşe berev dikin.

\"17175.jpg\"
Ew serekanî ku nexwest aşkira be bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, gelempera wan kesên ji wan binkan de ku karê çê kirinê dikin, çekên sipaha pasdaran hene û welatî bi çi rewşik nikarin rêgiriya wan bikin û heya nikarin şikayet ji wan bikin.

Serekanî ew jî got : berhev kirina narkoz li astik deye ku heya ji şarê Serdeştê ji aliyê endamên sipaha pasdaran de bi şar û herêmên Kurdistanî û heya gişt Îranê bi rê dikin.

Ev karê sipaha pasdarana hukûmeta islamiya Îranê nerehetî û xofa ji ast derketiya welatiyên li şarê Serdeştê lê ketiye û heya gelemper senterên hukûmî jî ser vê hindê bê deng mane.

Her wisa mideyik pêş niha, Rêbwar Ehmed Zade, yekik ji xebatkarên xelkê şarê Serdeşt, li nivîsik de ku bo ajansa Kurdpa şandibû, basa hindê jî kiribû” niha bi cê natûra kesk û civan, narkoza Şîşe bûye navbanga şarê Serdeştê”

welatiyên Serdeştê ji vê bawirê dene ku niha şarê Serdeşt, mezintirîn sentera kirîn û firotina narkoza Şîşe li welatê Îranê deye û ji vir bi gişt şarên Kurdistana Îran û Herêma Kurdistana Êraqê tê şandin.
\"17166.jpg\"

\"17170.jpg\"

\"17169.jpg\"

\"17167.jpg\"