Welatiyik Nosûdî li sedem teqîna mîn canê xwe ji dest da

13:00 - 7 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê dewera Nosûd li parêzgeha Kirmanşan, li sedem teqîna mîna şûnde mayî yê kevne paygahên sipaha pasdaran li vê dewerê canê xwe ji det da.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, êwara roja borî 14ê Xermanan welatiyik binavê “ Makuan Keyxusrewî” kurê Ehmed û ji xelkê gundê “ Şoşmê”a ser bi şarê Nosûd, li sedem teqîna mîna şûnde mayî ji kevne paygahên sipaha pasdaranli nêzî şarê Nosûd canê xwe ji dest da.

\"15124.jpg\"
Makuan Keyxusrewî، li sedem teqîna mîna şûnde mayî ji kevne paygahên sipaha pasdaranli nêzî şarê Nosûd canê xwe ji dest da.
Ew welatiyê 30 salî, xwedî jin û zaroke û babê kurik 3 salî û rûniştiyê gundê Şoşmêya ser bi şarê Nosûdê bûye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li despêka îsal heya niha 21 welatiyên Kurd li sedem teqîna mîn hatine kuştin an birîndar bûn ku li gelempera vê hejmarê 7 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Ew statîstîka hejmariye û bi piştrast bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa tên parvekirin, bi balkêşandin bi rewşa ewlehiya herêmên Kurd rûniştiyên Îran( herêmên Kurdistanî) û her wisa nebûna ragihandinên azad, dibe ku jimara serast ji vê hindê ji zêdetir be.