Welatiyik Kurd li girtîgeha Seqiz bi sêdarê dan

20:06 - 27 Tebax 2014
Ajansa Kurdapa: welatiyik Kurd ji xelkêşarê Seqiz, bi amade bûna berpirsê dadgeha inqilab û dadsitanêşarê Seqiz li girtîgeha sêntrala şarê Seqizê de, bi sêdarê dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya îro Çarşem, 5ê Xermanan, 27 August 2014, li girtîgeha sêntrala şarê seqizê de, hukmê bi sêdare dana kesik bi navê Nevîd Fethî, hate cîbicî kirin.

Ev girtî, bi tawana kuştina bi enqest, hukmê sêdarê jê re birîbûn ku, li sedem jê nebihorîna malbata kesê hatî kuştin, bi sêdarê hate danê.

Tê gotin: Nevîd Fethî, pêştir de bi amanca bi rê birina hukmê sêdarê, bi 2 caran biribûn ber bendikê sêdarê.

Her wisa li roja Duşema vê heftiyê de jî lawik 18 salî ji xelkê gundê Darabxana Kirmanşan, bi navê Hadî Palanî, ku li temenê 15 saliya xwede, hevkilasiyik xwe kuştibû, paşî 3 sal ragirtin li girtîgehê de, bi sêdarê dan.