Welatiyik Kurd li Bokan bi tometa alîkarî tev partên Kurd yên Opozîsiyon dadgehî hate kirinê

20:40 - 3 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd li Bokan ku bi danîna barmitê û demî ji girtîgehê hatibû berdan, li dadgeha vî şarî de hate mehkeme kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Duşem, 11ê heyva Azer, dadgeha Bokan welatiyik Kurd bi navê Xalid Kêyhanî Rad bi tometa endametî û alikarî tev partiyên Kurd yên hukûmeta islamiya Îranê tawanbar kir.

Ev ji xelkê gundê “ Kul ava”a Bokanêye û berpirsatiya dadgehê Gul Hosêyniye.

Raportêrê Kurdpa ji şarê Bokan ragihand: Xalid Kêyhanî Rad li 20ê heyva Tîra îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin û paşî 18 rojan ragirtin li dezgeha ewlehiya Bokanê de bi danîna barmita 30,000,000 tûmenî bi forma demî ji girtîgehê hatibû berdan.

Xalid Kêyhanî Rad tev advokat-parêzerê xwe “ Bêhrûz Kiya” li dadgeha Bokanê de hate mehkeme kirin û li rojên paş de hukmê dadgehê yê bê ragihandin.

Ev welatiyê Kurd pêşde jî li despêka sala 1391a rojî de tev 3 kesên din ji xelkê gundê Kul Ava bi navên Mehdî Remezanî, Reşîd Kerîm Şil û Molûd Xurşîdî ji aliyê hêzên ewlehiyê li şarê Bokanê hatibûn girtin.

Paşî li 14ê heyva Tîra sala 1391a rojî de her yek bi tometa endametî û alîkarî tev partên Kurdan ji aliyê dadgeha şarê Mihabad bi 6 heyvan hewsa teizîrî hatin mehkûm kirin.