Welatiyik ji xelkê Selmas mehkûm bi dardakirinê bû

12:50 - 2 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê li sêdaredana welatiyik ji xelkê Selmasê ji aliyê Dîwan ê aliyê Kêşwer hat piştrast kirin û niha metirsiya bi cî anîna vî hukmî heye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, welatiyik Kurd ji xelkê gundê “ Bihîk” ji dewera şaristana Selmas bi navê “ Hemîd Etmanî”, 30 salî, kurê Ferzamî ku ji aliyê dadgeha şorişa şaristana Selmas bi sêdarê hatibû mehkûm kirin li incam heftiya borî li dadgeha bilinda welat hat piştrast kirin.

Hatiye gotin ku ew welatiyê Kurd li heyva Ordîbêhêşta sala borî ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran, bi tometa kirîn û firotina narkozan ( mewaddê moxaddir) hatibû girtin.

Paşî piştrast kirina hukmê sêdara vî welatiyê Kurd ji aliyê dadgeha bilinda welat, ev bi girtîgeha sêntrala Ormî hate raguhastin û he niha metirsiya cîbicî kirina hukmê sêdare dana navbirî heye.

Bi piştrast bûn bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji despêka îsal heya niha, 12 welatiyên Kurd li girtîgehên Îranê de hatine sêdare dan û her wisa “ Saman Nesîm” girtiyê siyasî jî bi sêdarê hatiye mehkûm kirin.

Gorekî vê statîstîkê, 9 welatiyên din yê Kurd li giertîgehên Ormî û Kirmanşanê hatine sêdare danê ku kesitiya wan nekivşe.