Welatiyik ji Şino, bi rewşik bi şik, canê xwe ji dest da / fermandeyê sipahê hereşa kuştinê lêkiribû.

14:55 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji xelkêşarêŞino, ku pêşde ji aliyê fermandeyê sipaha pasdaran li vîşarî de, hereşa kuştinê lêkiribû, bi rewşik bi şik, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Pîncşem, 19ê Pûşper, 10 July 2014, termê lawik 32 salî ye Kurdê ji xelkê taxa Seydawêya şarêŞino, li naw baxçeyik , nêzî taxa Seydawê, hate peyda kirin.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; ew lawê Kurd ku navê wî Mistefa Rêzî, kurê Resûl bûye, ku bi rewşik bi şik, canê xwe ji dest daye.

Wê serekaniyê ew ji got: Mistefa Rîzî, bi caran hatibû girtin û hews kirin û bi hegera hindê ku çen caran tev fermandeyê sipaha pasdarana şarêŞino, bi navê, Celîl Penah, tûşî pirsgirekan bibû, ji aliyê wî fermandeyî de hereşa kuştinê lêhatibû kirin.

Heya niha rewşa can ji dest dan an hatin kuştina vî bo nûçe gihaniya Kurdpa ron nebûyeû termê Mistefa Rîzî, raguhastiyê duxtorê dadweriya şarêşinoyê kirine.

Ji aliyik din de, çend roj pêş nihade, termê kesik bi navê Xalid Salihpûr, ji xelkê taxa 32 metria şarê Seqiz, li nêzî bendava Legziya şarê Seqizê hate peyda kirin.

Bi gotina çend serekaniyên agadar ji vê qewimiyê, ev welatiyê Seqizî, bi hegera pirsgirekênekonomik û qerdarî, bi destêşirîkê xwe hatiye kuştin û paşî agir berdaye termê vî.