Welatiyekî Yarsanî di Çileya bîranina “Nîkmerd Tahirî”hate girtin

14:28 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kudpa: Welatiyek Yarsanî piştî axftina li Çileya bîranina “Nîkmerd Tahirî” li bajarê “Sehnê”ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li wî bajarî hate girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 12’ê Tîrmeha 2013’an welatiyek Kurd binavê “Mihemed Qebûlî”welatiyê yarsan yê xelkê bajarê “Zencan”ê piştî pêşkeş kirina gotarekê li çileya bîranina “Nîkmerd Tahirî” ji aliyê hêzên Îttlatî yên wî bajarî hate girtin û bo îdareya Îttlata wî bajarî hate veguhastin.

Piştî girtina wî welatiyê yarsanî yê xelkê bajarê Zencanê, hejmarekî berçav ji Kurdên Yarsanî yên bajarê Sehnê li hember Îdareya Îttlat ya wî bajarî kom bûn û nerazîbûna xwe dane kifşê.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê Mihemed Qebûlî nehatiye azad kirin.

Çend rojan beriya niha ji aliyê îdareya Îttlat ya wî bajarî gef ji malbata Nîkmerd Tahirî hatibû kirin ku nabe çileya bîranina wî birêve biben.
li dema Agir berdana Nîkmerd Tahirî de kesek binavê Mêhrdad Rehmenî xelkê bajarê Hemedanê ku ji bûyera xweşewitandina Nîkmerd Tahirî film hilgirtibû, ji aliyê hêzên Îttlatî yê bajarê Hemedanê hatibû girtin û piştî 6 rojan ragirtin di zîndana bajarê Hemedanê de hate azad kirin.
Piştî bilav bûna vê bêrêziya hêzên dewleta Îranê bi oldarên Yarsan, Rojên 4 û 5’ê Hezîranê 2 kesan binavên Nîkmerd Tahirî û Hesen Rezewî bi nîşaneya nerazîbûn bi kiryarên hêzên Îttlatî agir berdana bedena xwe û canê xwe ji dest dan.

Yarsan yek ji olên qedîm ên Îran û Kurdistanê ye û qusandina simbêlan di nav yarsaniyan de wek bêrêziyeke mezin tê dîtin.
\"13884.jpg\"