Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bo îdareya Îtila`atê hate gazîkirin

18:42 - 15 Hezîran 2021

Roja Duşemî 24`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulrehman Kakul” xelkê gundê “Hesên Nûran” ê ser bi najarê Şinoyê bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn digel wî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi rêya telefonê ve, ew welatiye gazî kirine û di dema lêpirsînê de navbirî kutane.

Ew welatiye bi tohmeta “alîgirîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatibû gazîkirin.