Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bi du sal girtîgeha te`izîrî hate cezakirin

17:38 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Behramiyan” xelkê gundê “Gundewêle” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê bi serokatiya dadver “Rezayî” ve, du sal girtîgeha te`izîrî  bi ser de hatiye sepandin.

Ew cezaye li roja Şemî 2`ê Gelawêjê bi wî welatîyî hatiye ragihandin û nevbirî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdan ên dijberî hikûmeta Îranê’, bi du sal girtîgeha te`izîrî hate cezakirin û li tohmeta “piropagende li dijî nizam”, bi bêtavan hate naskirin.

Kombona dadgehîkirina “Selah Behramiyan” roja Sêşemî 1`ê Pûşperê li dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin.

 “Selah Behramiyan” li roja Yekşemî 22`ê Xakelêwe, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî heyama lipêrsînê li roja Duşemî 13`ê Banemerê, bi danîna barimteyê bi awayeke demkî hatibû azadkirin.