Welatiyekî xelkê bajarê Sine hate desteserkirin û bo girtîgeha Kerecê hate veguhastin

17:02 - 4 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sine di bajarê Weramînê de hate desteserkirin û piştire bo girtîgeha Recayî a bajarê Kerecê hate veguhastin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, yek meh beriya niha, welatiyekî Kurd ê bi navê “Areş Nesir Kurd”, di bajarê Weramîn, ji aliyê Hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştî lêkolînê, li benda ewlehî a girtîgeha Recayî Şar a bajarê Kerecê, bo benda 4 a wî girtîgehî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, berî endamê yek ji Partîyên Kurd yên Opozisyon yên dijberê Hikumeta Îranê bûye, û di Weramînê de hatiye desteserkirin.

Berpisên girtîgehê ji bo azadkirina wî welatiyê Kurd, daxwaza barimta giran dikin, lê bi sedema tinebûna barimteyê, ew welatiyê Kurd heya niha di girtîgehê de ye.

“Areş Nesir Kurd” xîzandare û meyama 2 sala dibe ku zivirîye Îranê.