Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Spahê ve hate birîndarkirin

17:35 - 4 Tebax 2021

Êvareya roja Sêşemî 12`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Elî Ebdullah” xelkê bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê wî bajarî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Televîziyûna Kurdistan24 bi bilavkirina wê nûçeyê, ragihandî ye: Ew welatiye di navbera gundên “Şîne û Zelê” de kevtiye ber gulleyên hêzên Spaha Pasdaran.

Ew welatiye di wê bûyerê de sermilê wî bi awayekî dijwar hatiye birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê “Qeladizê” yê ser li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran li wî welatiyî nehatiye belavkirin.