Welatiyekî xelkê bajarê Seqizê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

17:43 - 6 Adar 2021

Sibêdeha roja Înê 15`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Qubad Navxasî” xelkê gundê “Masyerî Kon” yê ser bi bajarê Seqizê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê “Navxan” li nêzîk gundê “Bestam” yê ser bi devera Serşîw ya girêdayê bajarê Seqizê, teqe ji wî welatiyê kirine.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi gumana “helgirtina tiştên qaçax”, teqeya rasterast ji wî welatiyê kirine.

Ew welatiye, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê bi awayekî dijwar birîndar bûye û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya Tewrêzê hatiye veguhastin.

Heta niha me`imûrên hikûmetê, îzn nedane malbata “Qubad Navxasî” ku li nexweşxaneyê kurê xwe bibînin.