Welatiyekî xelkê bajarê Seqizê, bi navê “Behmen Resûlî” hate binçavkirin

18:16 - 29 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 28`ê Hezîranê, welatiyekî Kurd, bi navê “Behmen Resûlî” xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, ew welatiyê Kurd li cihê karê wî binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin û ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Heya dema bilav bûna wî nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.