Welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:10 - 5 Gulan 2021

Roja Înê 10`ê Banemer, welatiyekî Kurd bi navê “Sîrûs Mewlûdî”, kurê Îsmaîl û xelkê bajarê Mihabadê li bajarê Şîrazê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Şîrazê veguhastin.

Hêzên ewlehî, bi malbata Sîrûs re ragihandine ku navbirî bi tohmeta Siyasî, hatiye binçavkirin.

 “Sîrûs Mewlûdî”, di heyamê binçavkirina xwe de, ji “destpêregihîştina bi parêzer” û “çavpêkevtina digel malbata xwe” bêpar kirine.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û sûçê ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyaryek ji ber dest nîne.