Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:25 - 24 Şibat 2021

Çend roj berî niha, welatiyekî Kurd yê bi navê “Zaniyar Mu`itemîdî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hate azadkirin.

Ew welatiye, roja Şemî 20ê Befranbarê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.

“Zaniyar Mu`itemîdî” di dema binçavkirinê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû îşkencekirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê xelkê bajarê Merîwanê de hatiye sepandin ti zanyiyariyek ji ber dest de nîne.