Welatiyekî xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:18 - 16 Gulan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûsif Sekir” xelkê gundê “Celdiyan”ya girêdayê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li bajarê Mehabadê binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û sûçê ku li dijî  wî welatiyê Kurd hatiye sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.