Welatiyekî xelkê bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:09 - 4 Tebax 2020

Roja Çarşemî 8`ê Gelawêj, hêzên ewlehî çalakvanekî medenî ê bi navê “Ferhad Ebdî” xelkê bajarê Kamyaranê binçav kirin.

Binçavkirina wî welatiyê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bûye û piştre bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sineyê veguhastine.

Hêzên ewlehî “Ferhad Ebdî” di pirtûkfiroşiya wî de binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî ji “pêwendîgirtina telefonî bi malbata xwe û destpêregihîştin bi parêzer” re  hatiye bêparkirin.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.