Welatiyekî Pîranşarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

12:36 - 14 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 19ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Mihemed Qadirîazer”, temen 23 salî û kurê Xidir û xelkê gundê “Gezgesk” yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekê nediyar hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Tevî lipeyketina malbata wî ewlatiyê Kurd bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina kurê xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve ti zaniyariyek bi dest nexistine.

Heta dema belevbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatî sepandin ti zaniyarî ji ber dest nînin.