Welatiyekî Mihabadê li bajarê Tehranê hate binçavkirin

16:20 - 1 Şibat 2021

Roja Şemî 20ê Rêbendanê, welatiykî Kurd yê bi navê “Sakar Eynî” xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û navbirî bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastine.

“Sakar Eynî” derçûyê beşa zanista bajarsazî li zanîngeha Urmiyê ye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.