Welatiyekî Kutd li bajarê Bokanê hate binçavkirin

16:49 - 25 Kanûna Paşîn 2021

Li heyama rojên derbasbûyî, welatiyek Kurd yê bi navê “Serdar Mihemedpûr” yê temen 25 sal û kurê Xebat û xelkê gundê “Alîkend” ê ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhstin.

Ew ciwanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û ji çarenivîsa navbirî ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Heta neha ji sedema binçavkirina Serdar Mihemedîpûr ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Li roja Şemî 30`ê Befranbarê heta neha, 8 welatiyên Kurd yên xelkê gundê “Alîkend” yên bi navên “Hamîd Resûlpûr, Eyûb Resûlpûr, Husên Resûlpûr, Mihemed Hacîresûlpûr, Îdrîs Resûlpûr, Selah Hacîresûlpûr, Sîrvan Mihemedpûr û Qadir Resûlpûr”, bi bê hebûna ti belgehên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.