Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê bo carekî din hate binçavkirin

17:44 - 22 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 1ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Ehmed Sebrî” kurê “Mistefa”, xelkê bajarokê Peswê a ser bi bajarê Pîranşehrê, bo carekî din ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, li bajarokê Peswê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîşkirina ser mala wî welatiyê û navbirî binçavkirin.

Roja Yekşemî 11ê Reşemê, hêzên ewlehî bi êrîşkirina ser mala “Seîd Ehmed Sebrî” digel bavê wî binçavkirin û piştî çend demjimêr lêpêçîn kirin “Seîd Mistefa” hate azadkirin, lê kurê wî bo lêkolînê bo Saziya Îtila`at a Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, di destpêka meha Xakelêwe ya îsal de bi danîna barimteya 250 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kiribûn.