Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Nexedeyê hate binçavkirin

19:05 - 5 Îlon 2020

Roja Duşemî 10`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bayzîd Qadirîçûpan” rûniştiyê bajarê Nexedê û xelkê gundê “Sincle” a ser bi devera Lacan a girêdayê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve tate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî dest bi wekolîna mala navbirî kirin.

Wê çavkaniya agehdar got: ew welatiyê Kurd di heyamê binçavkirina xwe de, tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe hebû ye û hêzên ewlehî navbirî neçar kirine ku bi zimanê Farsî digel malbata xwe biaxine.

Wê çavkaniyê herwisa ragihand: “malbata wî welatiyî ti zanyariyek ji derheq qedera kurê xwe çinînin.

Heya dema bilav kirina wî nûçeyî ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Bayzîd” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.