Welatiyekî Kurd piştî gazîkirin bo Îtilaata bajarê Şinoyê hat binçavkirin

18:15 - 5 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 13ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kazim Tabnak” kurê “Mihemedemîn” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, piştî gazîkirina bo îdareya Îtilaata wî bajarî hat binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkirine li ser mala wî welatiyê Kurd û piştî vekolîna mala wî nekarîne navbirî binçavbikin.

Çavkaniya agehdar behsa vê yekê kiriye ku hêzên ewlehî piştire ji rêya telefonê “Kazim Tabnak” gazîkirine û binçavkirine.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatin sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 12ê Gelawêjê, ciwanekî din yê Kurd yê bi navê “Hêdî Şadîxa” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.