Welatiyekî Kurd piştî dawîhatina heyama lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

17:07 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Roja Sêşemî 6ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Ferşad Fetahî” xelkê bajarê Urmiyê piştî dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, niha li benda girtiyên siyasî di girtîgeha Urmiyê de ye.

Ew welatiyê Kurd, roja Pêncşemî 3ê Rezberê bi bê hebûna belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatbû binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn di girûpên mezhebî de”  ceza kirine.

“Bêhzad Telayî û Siyaweş Cewan”  hewdosyeyên wî welatiyê Kurd in, roja Duşemî ew girtiyê Kurd ji benda Rawêj  bo benda girtiyên siyasî hate veguhastin.

“Bêhzad Telayî” roja Pêncşemî 10ê Rezberê û “Siyaweş Cewan” roja Sêşemî 8ê Rezberê bi bê hebûna belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatiye sepandin “endambûn di girûpên mezhebî de” hatiye ragehandin.