Welatiyekî Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê bo girtîgehê hate veguhastin

17:50 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Îro Pêncşemî 25ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Enver Çalişî” xelkê gundê “Lozine” yê ser bi devera Mirgewer bo benda girtiyên siyasî yên girtîgrha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd 6 roj beriya bi dawîhatina lêkolînê ji girtîgeha El-Mehdî a bajarê Urmiyê bo benda Qerentîne ya girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

“Enver Çalişî” roja Çarşemî 12ê Sermawezê digel du welatiyên din yên bi navên “Kamîl Cebarwend” xelkê gundê “Çiryava” ê ser bi devera Mirgewer û “Mûsa Alûsî” xelkê gundê “Welinde” ê ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên biryargeha Hemze ya Sipaha Pasdaran hatibû binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Kamîl Cebarwend” heya niha li girtîgeha El-Mehdî ya bajarê Urmiyê di bin lêkolînê de ye û wê dawiyê Mûsa Alûsî bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Piştî binçavkirina wan sê welatiyan, Biryargeha Hemze bi belavkirina daxuyaniyekê ew bi “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” tawanbar kiribûn.