Welatiyekî Kurd pênc sal girtîgeha teizîrî bi ser de hate sepandin

17:15 - 10 Şibat 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Bayezîdpûr” (Cola), kurê Mewlûd û temen 49 salî û xelkê gundê “Şînavê” yê ser bi bajarê Pîranşarê bi bê amadebûn li dadgehê, ji aliyê dadgeha Înqilab a wî bajarî ve bi 5 sal girtîgeha teizîrî hate cezakirin.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tometa “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên opizisyona hikûmeta Îranê” ceza daye û bi pişt giridana bi madeya 499an ya yasaya cezadanê ya îslamî ku di sala 1375an de pejirandine, li bexşa teizîratê, bi berçavgirtina xala 2 ya yasayê ya kêmkirina cezaya girtina teizîrî ku di sala 1399an de hatiye pejirandin, navbirî bi 5 sal girtîgeha teizîrî, bi hejmarkirina rojên derbasbûy yên binçavkirina wî ceza daye.

Ew cezaye 30`ê Befranbara îsal, bi ser wî welatiyê Kurd de hate sepandin.

“Elî Bayezîdîpûr” roja Pênşemî 13`ê Sermawezê, pêştî bi dawîhatina qonaxa lêpêçînê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd şeva Yekşemî 25`ê Xezelwerê, bi welatiyekî din re yê bi navê “Îsmaîl Mihemedpûr(Hajî Ebdullah)”, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.