Welatiyekî Kurd li Urmiyê hat binçav kirin

15:50 - 17 Gulan 2015
Ajansa kurdpa: Bi dijwarbûna zext û givaşên hêzên ewlekarî yên hikûmeta îslamiya Îranê bi ser hemwelatiyan de, careke din ciwanekî Kurd li wî bajarî hat binçav kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê, ciwanekî 28 salî yê bi navê Cemşîd kurê Xurşîd di dawiya hefteya borî de destbiser kirin.

Nûçegihanê Kurd li Urmiyê ragihand: Ew welatiyê Kurd bi tometa alîkarîkirin li gel partiyeke kurd ya opozisyona hikûmeta îslamiya Îranê hatiye binçavkirin. Hîna agahiyên zelal li ser sedemên binçavkirin û cihê hepsîkirina wî bidest neketine.

Bi binçavkirina wî hemwelatiyê kurd re, ji destpêka bihara îsal ve heya niha, 46 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine destbiser kirin. Helbet binçavkiriyên bûyera Mehabadê di wê amarê de nehatine berçav girtin.

Ew ciwanê Kurd yê binçavkirî xelkê gundê “Gerdîk” a ser bi beşa Sîlwana ya Urmiyê ye ku ji 14`ê gulana borî (hefeya derbasbûyî) ve heya niha ji çarenivîsa wî tu agahiyek nine.

Gorî raporên gihîştî bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştî xwepêşandanên Mehabad û Serdeştê, reweşa ewlekarî li ser bajarên Kurdistanê zêde bûye, gelek caran bi hincêtên bê bingeh, hêzên ewlekarî ser malan de digrin û ciwanan bibçav dikin.

Di serjimêriya herî dawîn ya nawenda amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa (ya beriya xwepêşandana Mehabadê) de 45 kes hatine qeyd kirin. Mecîd Qulîzade yê 32 salî li Çaldiranê wekî binçavkiriyê dawîn yê tomarkirî di vê amarê de tê dîtin.