Welatiyekî Kurd li bajarê Şinoyê hatiye binçavkirin

16:42 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Şeva Pênşemî 9`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cemal Qasimî”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatw binçavkirin û bo çihek nediyar hatiye veguhastin.

Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatî û navbirî binçav kirine.

Cemal Qasimî, endamê Ençumena Jîngî ya bi navê “Jînko” ya bajarê Şinoyê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.