Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

21:10 - 2 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sine desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 12`ê Cozerdana 1398`an (2`ê Hezîrana 2019`an), welatiyê Kurd yê bi navê Pûriya Veiysî, xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatiye desteserkirin.

Hêzên îtila`atê êrîşî li ser cihê karê wî welatiyê Kurd kirine û bi bê hebûna destûra dadweriyê navbirî desteser kirine.

Berê jî ev welatiyê Kurd, hatibû desteserkirin û heya belavbûna vê nûçeyê derheq sedema desteserkirina vî welatiyê Kurd, tu zanyariyeke zelal, ber dest nine.