Welatiyekî Kurd li bajarê Sewlava hate binçavkirin

16:43 - 24 Şibat 2021

Roja Sêşemî 5`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Edwayî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiye, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.

Heta niha lipeykevtina malbata Bêhzad, bo zanîn ji qedera navbirî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.