Welatiyekî Kurd li bajarê Sewlava hate binçavkirin

18:28 - 12 Îlon 2020

Roja Pêncşemî 20`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Hîwa Ezîzpûr” xelkê gundê “Dêweznav” a ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê binçav kirine”.

Wê çavkaniyê eva jî got: “Heta niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qeder kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina “Hîwa Ezîzî” ti zanyariyek ji ber dest de nîne.